Hikûmeta Bexdayê firotina mirîsk û hêkên Kurdistanê bo bajarên Iraqê qedexe kir

10 March 2022 21:40 0 dîtin
Hikûmeta Bexdayê firotina mirîsk û hêkên Kurdistanê bo bajarên Iraqê qedexe kir

PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê ya Iraqê biryar da ku nehêle berhemên mirîşkan ji Kurdistanê derbasî bajar û parêzgehên Iraqê bê kirin.

Li aliyê din Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku ew dê şandekê ji bo wê mijarê bişînin Bexdayê.

Li gorî biryara hikûmeta Bexdayê berhemên mirîşkan (hêk, goşt û mirîşkên zindî) ku ji Kurdistanê derbasbûna deverên din yên Iraqê tê qedexe kirin.

Wezareta Çandiniya Iraqê daye zanîn, wan ew biryar “ji bo berjewendiyên giştî” daye.

Berpirsê giştî yê samana ajalan li wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê, Fîras Sidîq li ser vê mijarê ji K24 re gotiye, ew biryara hikûmeta Iraqê ziyanê digihîne bazirgan û xwedî kargehên mirîşkan ên li Kurdistanê û daye zanîn, ji ber wê jî wan şandek amade kiriye wê di demeke nêzîk de bişînin Bexdayê ji bo çareserkirina wê krîzê.