Kompaniyên Amerîkî besdarî projeyên hilberîna elektrîka Kurdistanê dibin
PeyamaKurd - Berpirsê beşa siyasî û aborî li konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê serdana Wezareta Elektrîkê ya Kudistanê kir û amadebûna şîrketên amerîkî ya beşdarbûna projeyên hilberîna elektrîka bi wuzeya rojê ya herêma Kurdistanê ragihand.
Wezareta Elektrîkêya Herêma Kurdistanê îro 14ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand: “Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih û berpirsê beşa siyasî – aborî li konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Dou Tiantawach li konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê civiyan û di hevdîtinê de behsa beşdarbûna şîrketên Amerîkayê yên di projeyên hilberîna elektrîkê bi wuzeya rojê û rakêşana xeta 400 KV û herwiha berhemanîna elektrîkê bi gaza bermayên bîra nefta Sersingê, projeya Skada û hemehangiya navbera herdu wezaretên elektrîka herêmê û Iraqê hat gotûbêj kirin.”
Wezîrê elektrîkê da xuyakirin: “Li Zaxo, Soran, Germiyan û Raperînê dest bi bichkirina projeyên hidropower ji bo berhemanîna 300 megawat elektrîkê tê kirin û daxwaz hatiye kirin ku Amerîka pêwendiyên xwe ji bo damezrandina rawesteka elektrîka li Şêxan, Mexmûr û Cebara li navçeyên madeya 140 bi rêya Iraqê ve bikar bîne.”
Herwiha hat diyar kirin ku Wezîrê Elektrîkê behsa deyn û alîkariyên ku Amerîka û welatên din ji sektora elektrîka Iraqê re didin kiriye û wezareta elektrîkê daye zanîn, heta niha beşa wezareta elektrîka herêma Kurdistanê nehatiye şandin.
Di civînê de nûnerê Amerîkayê du projeyên girîng ên sektora elektrîka herêmê wek berhemanîna elektrîka bi gaza bermayên bîrên neftê û projeya pêwera zîrek girîng nirxandiye û gotiye: “Nûnertiya Amerîkayê li Iraqê pir cîdî li wan projan dinêre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin