Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li YE: Siyaset û helwesta fermî ya YE nahêle koçber derbasî welatên wan bibin

15 November 2021 13:32 0 dîtin
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li YE: Siyaset û helwesta fermî ya YE nahêle koçber derbasî welatên wan bibin

PeyamaKurd – Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekitiya Ewropayê (YE) di derbarê koçberên li ser sînorên Belarûs-Polandayê de diyar dike, siyaset û helwesta fermî ya YE ew e ku nehêlin tu koçberek derbasî nav welatên endamên wê be.

Krîza koçberên ku ev demek dirêj e li ser sînorê navbera Belarûs û Polanda kom bûne, berdewam e. Polanda û YE naxwazin û nahêlin koçber sînorê wan derbas bikin. Beşek mezin ji wan koçberan jî Kurd in û di nav wan de beşek mezin xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Li gor tê gotin, hinek ji wan koçberên xelkê Herêma Kurdistanê di dosyayên xwe de gotine ji ber ku li Herêma Kurdistanê azadî nîne, loma neçar bûne koçber bibin.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekitiya Ewropa Dilawer Ajgeyî li ser vê mijarê eşkere kiriye, helwest û siyaseta fermî ya YE ew e ku rê nade koçber derbasî nav Polanda û welatên din yên Ewropa bibin.

Dilawer Ajgeyî herwiha daye zanîn, mijara koçberan piştî ewlehiyê, hestiyartirîn mijar e ji bo Yekitiya Ewropa.

Li ser nebûna azadiyê li Herêma Kurdistanê jî, wî dîplomatê Herêma Kurdistanê gotiye, dosyaya nebûna azadiyê li Yekitiya Ewropa zêde nayê qebûlkirin ji ber ku haya wan ji Kurdistanê heye û rewşa Kurdistanê dizanin.

Li ser alîkariyên Hikûmeta Kurdistanê ji bo koçberan jî Dilawer Ajgeyî gotiye, Hikûmeta Belarûs, Hikûmeteke girtî ye. Ne tenê nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li wir nîne, heta nûnertiya Iraqê jî li wir nîne. Lê Hikûmeta Kurdistanê dixwaze bi rêya Polanda re alîkariya wan bike. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Polanda wê serdana koçberên li ser sînor bike. Ji Hikûmeta Polanda re jî hatiye gotin ku rê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyê ji bo koçberan bibe. Lê Hikûmeta Kurdistanê herî zêde dikare alîkariya koçberan bike vegerin Kurdistanê, ji wê zêdetir tiştekî din nikare bike.