Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li YEyê: Pêwendiya kêseya koçberan bi qeyraneke siyasî ya navbera Belarus û welatên YEyê heye
PeyamaKurd – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî diyar kir; kêşeya ku li ser sînorê Belarus û Polandayê derbarê koçberan de derketiye holê, pêwendiya wê bi qeyraneke siyasî ya navbera Belarus û welatên Yekîtiya Ewropayê heye, ku Belarus dixwaze bi rêya bikaranîna koçberan, kêşeyên xwe çareser bike.
Dilawer Xalid Ajgeyî daye zanîn; qeyrana koçberan a navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê, çend meh berê destpê kiriye, ku balafireke Ewropî di ser esmanê Belarusê re derbas bibû, Hikûmeta Belarusê bi hinceta hebûna bombe û teqemeniyê, balafir neçar kir ku dakeve, pişt re hat zanîn ku serkirdeyekî opozîsyona Belarusê di nav balafirê de hebûye û ew desteser kir, ev yek bû cihê nerazîbûna Yekîtiya Ewropayê.
Ajgeyî herwiha destnîşan kiriye; ji bo nîşandana nerazîbûnê, alîgirên opozîsyona Belarusê dest bi xwepêşandanan kirin û pişt re xwepêşandan ji aliyê Hikûmeta Belarusê ve hat bêdengkirin, vê yekê wisa kir ku Yekîtiya Ewropayê helwesteke tund li hember Minsk nîşan bide.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, babeta duyem li ser pêwendiyên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ye, ku li ser mijara gaza siruştî çend kêşeyên wan hene, buhayê gazê bi rêjeyeke berçav bilind bûye, ev jî bûye bargiraniyeke mezin li ser welatiyên Yekîtiya Ewropayê, ji bilî vê jî Rûsya bi çêkirina boriyeke nû ya gazê ve mijûl e, ku Polanda û Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê gelek dij in û helwest wergirtine.
Çavdêr di wê baweriyê de ne ku Belarus ji aliyê Vladimir Putin ve li dijî Yekîtiya Ewropayê tê bikaranîn, ku niha nikare şer û cengê serbazî bike, bi rêya penaberan dijayetiya Ewropayê dike, ji bo vê, Rûsya û Belarus civînek li dijî Ewropayê encam dane, loma eger bixwazin sizayê Ewropayê bidin, divê bi hêza nerm be, weke Tirkiyê li hember Ewropayê bi rêya koçberan kir, bêguman bandoreke mezin li ser Ewropayê kir.
Dilawer Ajgeyî bal kişand ser wê yekê ku ne tenê ji Herêma Kurdistanê koçber li Belarusê ne, gelek koçberên Efxanî, Sûrî û çend netew û pêkhateyên din berê xwe dane Ewropayê.
Ajgeyî diyar kiriye: “Yekîtiya Ewropayê dixwaze vê rêyê bigre, çimkî pêwendiya wê bi Belarusê xirab e, loma divê ligel aliyê sêyem bi Minsk re gotûbêj were kirin, ji ber vê yekê li bendê ne ku koçber vegerin welatê xwe, Ewropa nikare alîkariya penaberan bike, çimkî pêwendiya wê bi Belarusê re baş nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin