Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Sandeka hikûmetê îro serdana Bexdayê kir

25 November 2019 13:15 0 dîtin
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Sandeka hikûmetê îro serdana Bexdayê kir

PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ragihand, ku şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye û got, eger Bexda daxwazên Herêma Kurdistanê qebûl bike ew dê rojane 250 hezar bermîl petrol bidin hikûmeta Iraqê.

Şandeka hikûmeta Kurdistanê îro danê sibê ji bo rêkeftinê çûye Bexdayê

Li ser armancên wê şanda hikûmetê, nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji çapemeniyê re got, şanda Kurdistanê ji bo rêkeftinê çûye Bexdayê. Faris Îsa herweha got, Serokê Hikûmeta Kurdistanê duhî bi wê şandê re hevdîtinek pêk anîbû. Şanda Kurdistanê dê îro bersiva Herêma Kurdistanê bigehîne hikûmeta Iraqê.

‘Eger Bexda daxwazên Kurdistanê qebûl bike Dê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê’

Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, beriya niha jî Herêma Kurdistanê ragihandibû ku eger Bexda daxwazên Kurdistanê qebûl bike dê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê anî ziman ku yek ji daxwaziyên Kurdistanê ew e ku mijara bûdce û mûçe tevlî mijarên siyasî neyê kirin û got, em geşbîn in îro bi Bexdayê re li ser mijarên petrol û bûdcê bigihên rêkeftinê.