Ji nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê daxuyaniya xwepêsandanên Iraqê
PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ragihand, şandeka hikûmeta Kurdistanê vê hefteyê serdana Bexdayê dike bo pişka bûdceya Kurdistanê ya sala 2020an.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, şandeka hikûmeta Kurdistanê vê hefteyê serdana Bexdayê dike û bi berpirsên Iraqî re li ser pişka bûdceya Kurdistanê ya sala 2020 hevdîtin dike.
Faris Îsa daye zanîn, şandeka komîsyona neft û gaz ya parlementoya Iraqê jî dê serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên Kurdistanê re li ser nefta Kurdistanê hevdîtin bike.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li ser bandora xwepêşandanên Iraqê li ser danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gotiye, ew alozî û xwepêşandan ti bandorekê li ser danûstandinên Hewlêr û Bexdayê nakin.
Ji roja 1 vê mehê ve li paytext Bexdayê û çend bajarên din yên Iraqê, xwepêşandan li dijî hikûmetê tên kirin. Heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne. Alozî heta niha jî didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin