Sûdanî: Hikûmeta me di çareserkirina kêseyên ligel Kurdistanê de cidî ye!
PeyamaKurd - Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbarê hevdîtina ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê de daxuyaniyek belav kir.
Ofîsa Sûdanî ragihand, wan di civîna ligel şanda pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, tekezî li çareserkirina pirsgirêkên yasayî û darayî li gorî destûrê kirine.
Li ser civîna Sûdanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotin: “Di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên yasayî û darayî li gor destûrê hatiye kirin.”
Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku rêbaza hikûmeta wî li ser bingeha aramiya hertimî û dûrî nakokiyan e û gotiye: “Ev hikûmet ji bo dîtina çareseriyeke rîşeyî ligel Herêma Kurdistanê, cidî ye.”
Sûdanî daye xuyakirin, hikûmeta wî kar kiriye û niha jî kar dike, da ku jiyaneke guncaw ji bo welatiyên Iraqê û di nav de jî welatiyên Herêma Kurdistanê bê misogerkirin û ti awayî bandora pirsgirêkên yasayî û îdarî li wan nebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin