Ji 15 baroyên Bakurê Kurdistanê bangewaziya çareserkirina pirsa Kurd...
PeyamaKurd - Baroyên 15 bajarên Bakurê Kurdistanê li Agiriyê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê encamnameya civîna xwe ji raya giştî re ragihandin û bang kirin kirin ku ji ber pirsa Kurd pirseke girîng a Tirkiyê ye divê demildest were çareserkirin.
Di encameya civîna ku 4ê Mijdarê li Agiriyê hatibû lidarxistin de, hatiye diyarkirin, Pirsa Kurd pirseke girîng a Tirkiyeyê ye, çaresernebûna pirsa Kurd, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye.
Di encamnameyê de bang hate kirin ku Pirsa Kurd bi polîtîkayên ewlekariyê û bi tundûtujiyê çareser nabe, divê di bingeha welatîbûna wekhev de û bi aştiyê were çareserkirin û divê lihevkirinke ku her alî tê de beşdar be pêk were.
Hatiye diyarkirin, hêmanên herî xurt ên demokrasiyê, partiyên siyasî ne û HDP jî tê de divê di dozên girtina partiyan de biryara redkirinê were dayîn.
Herwiha di encamnameyê de behsa Jîna Emînî, tundûtujiya ser jinan, binçavkirina Seroka Jura Yekîtiya Bijişkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, êrîşên ser parêzeran û yasaya parêzeriyê û Yasaya Medyaya Civakî jî hatiye kirin.
Baroyên Diyarbekir, Semsûr, Agirî, Batman, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Ruha, Şirnex, Wan û Mûş beşdarî civîna baroyên Bakurê Kurdistanê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin