Wezareta Darayî: 200 milyar dînarê ku mehane tê sandin gihîst destê hikûmetê

04 October 2021 12:59 0 dîtin
Wezareta Darayî: 200 milyar dînarê ku mehane tê sandin gihîst destê hikûmetê

PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Darayî ya Kurdistanê diyar kir, 200 milyar dînarê ku mehane tê şandin, gihîşt destê hikûmetê.

Berpirsekî Wezareta Darayî ya Kurdistanê da zanîn, 200 milyar dînarê ku Bexda her meh ji bo mûçe dide hikûmetê, gihîşt destê me û wê ji bo mûçeyê meha Îlonê were xerckirin.

Wî berpirsî herwiha eşkere kir, ew dirav wê bi ser bankan de were dabeşkirin ji bo mûçeyê karmendan.

Li gorî lîsta Wezareta Darayî, heta roja pêncşemê tevahiya karmendan wê mûçeyê xwe werbigirin.