Parlamentoya Iraqê budçeya bo sala 2021ê pesend kir

01 April 2021 09:30 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê budçeya bo sala 2021ê pesend kir

PeyamaKurd –   Parlamentoya Iraqê, bi giştî projeyasaya budçeya federal a bo sala 2021ê pesend kir. Pişka Herêma Kurdistanê ya di maddeya 11an de hatibû cîgirkirin, bêyî guhertinekê hat pesendkirin.

Di maddeya 11a ya budçeya sala 2021ê ya Iraqê de, %12.67 ji budçeya federal, weke pişka budçeya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Li gor budçeya îsal a Iraqê, Herêma Kurdistanê divê 460,000 bermîlên petrolê bi nirxê SOMO li gel nîvê dahatên navxweyî bide Bexdayê.

Bi maddeya 11a, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi awayekî fermî petrola xwe bifiroşe û metirsiyên ser sektora petrola Herêma Kurdistanê jê çû. Herwiha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare li gel dahatên xwe yên navxwe, bêyî qutkirinê mûçeyên fermanberan bide.

Do êvarî, Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana projeyasaya budçeya sala 2021ê civiya û her du madeyên 10 û 11 yên projeyasayê ku li ser para Herêma Kurdistanê ya di budçeya giştî de bû, bi piraniya dengan hat pesendkirin.