Parlamentoya Iraqê civîna bo budçeya sala 2021 ya Iraqê bi pas xist

20 March 2021 13:34 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê civîna bo budçeya sala 2021 ya Iraqê bi pas xist

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, civîna bo pesendkirina proje qanûna budçeya sala 2021 ya Iraqê, bi paş xist.

Parlamentoya Iraqê, biryar bû şeva borî bo pesendkirina budçeya sala 2021 ya Iraqê biciviya, lê civîn hatibû paşxistin û biryar bû îro (20 Adarê) di saet 10:00an de were lidarxistin. 

Li gorî zanyariyan, civîna îro jî hat paşxistin, lê hîn nayê zanîn dê kengî were lidarxistin û ji ber çi hatiye paşxistin.

Şeva borî, Komîsyona Darayî ya Parlementoya Iraqê, rêkeftina navbera şanda Hikûmeta Kurdistanê û aliyê Şîe pesend kir.