Parlamentoya Iraqê bo xwendina duyem a budçeya sala 2021ê dicive

11 January 2021 12:01 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê bo xwendina duyem a budçeya sala 2021ê dicive

PeyamaKurd –  Parlamentoya Iraqê, îro derbarê xwendina duyem a proje qanûna budçeya sala 2021ê ya Iraqê dicive.

Li gorî agahiyên Parlamentoya Iraqê, îro saet di 15:00an de dicive û xwendina duyem bo budçeya sala 2021ê ya Iraqê dike.

Di proje qanûna budçeya Iraqê de, budçeya wî welatî zêdetirî 164 trîlyon dînar hatiye hesibandin. Zêdetirî 71 trîlyon dînar jî, kêmanî heye.

Di qanûna budçeyê de nirxa bermîlek neft 42 dolar hatiye hesibandin. Pişka Herêma Kurdistanê jî derdora 13 trîlyon dînar hatiye destnîşankirin.