Parlamentoya Iraqê ji bo xwendina duyem a budçeya gistî dicive
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, îro Yekşemê 16ê Nîsanê ji bo xwendina duyem a projeyasaya bûdçeyê dicive ku piştî bidawîbûna gotûbêjan tê çaverêkirin budçeya giştî ku pişka Kurdistanê jî tê de ye were pesendkirin.
Hat ragihandin ku piştî Komîteya Darayî raporta xwe ya derbarê projeyasaya bûdçeyê de pêşkêş kir, îro bi amadebûna komîteyên Darayî, Plandanîn û Xizmetguzariya Federalî, xwendina duyem a projeyasaya bûdçeya sala 2023, 2024 û 2025ê tê kirin.
Rûniştina parlamenê di saet di 20:30 de dest pê dike û tê hêvîkirin ku piştî xwendina duyemîn dengdan li ser budçeyê bê kirin.
Budçeya giştî ya Iraqê ku hatiye amadekirin 198 trîlyon dînar e û pişka Herêma Kurdistanê jî 12.67% e. Herwiha kêmasiya bûdçeyê 63 trilyon dînar e û dahata Iraqê jî 134 trîlyon dînar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin