Civîna Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina budçeya gistî hat pasxistin
PeyamaKurd – Civîna Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina budçeya giştî ya welêt hat paşxistin.
Li gor zanyariyan, biryar bû Parlamentoya Iraqê îro bicive û budçeya sala 2021 ya Iraqê pesend bike, lê civîn hat paşxistin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li ser vê mijarê daye zanîn, civîna Parlamentoyê dê sibê were lidarxistin.
Yek ji sedemên sereke yên gîrobûna pesendkirina budçeya Iraqê, pişka Kurdistanê ye. Ji ber ku heta niha şanda Hikûmeta Kurdistanê û aliyên Iraqî li ser wê mijarê li hev nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin