Mehma Xelîl civîna Parlamentoya Iraqê qanûna efûyê boykot kir
PeyamaKurd – Qeymeqamê berê yê Şingalê beriya komkujiya DAIŞê û parlamentarê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl, civîna parlamentoyê ya derbarê lêborîna giştî ya tawanbaran de boykot kir û beşdar nebû.
Nivîsîngeha Cîgirê Mehma Xelîl bi daxuyaniyekê ragihand, Nûnerê Civata Nûnerên Iraqê Mehma Xelî xwe ji rûniştina îro ya Civata Nûneran vekiya û wekî sedem jî hate gotin, Mehma Xelîl ji ber berçavkirina qanûna lêborîna giştî di bernameya karê rûniştina îro ya Civata Nûnerên Iraqê de vekişiyaye.
Herwiha hate diyarkirin, Mehma Xelîl wekî nerazîbûnekê li hember wê qanûnê, ku bi rêya wê qanûnê dikarin wan tawanbaran azad bikin ên ku destên wan bi xwîna Iraqiyan sor bûne, nexasim jî Êzidiyan ku mezintirîn helmeta jenosîdê di dîrokê de li hember wan hat kirin.
Hate bibîrxistin, “Ew qanûn gaziyeke ji bo qurbaniyên terorê û kesûkarên qurbaniyan, herwiha wekî rêzekê ye jî ji bo terorîstan ku derfet ji bo azadkirinê peyda kiriye.”
Hate gotin, bi baweriya navbirî ev qanûn derzeke civakî çêdike û derman nabe heta dadperwerî neyê bidestxistin û herwiha heta zêdetirîn siza li ser terorîstan neyê sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin