Parlamentoya Iraqê di civîna îro de Serokomarê Iraqê hildibijêre

30 March 2022 09:29 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê di civîna îro de Serokomarê Iraqê hildibijêre

PeyamaKurd Bernameya karê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê, ji aliyê Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ve hat belavkirin û hat eşkerekirin, di civîna îro de Serokomarê Iraqê tê hilbijartin.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê di çarçoveya vê bernameyê de, wê îro 30yê Adara 2022yan, di saet 11:00an de encûmena nûneran bicive û serokomar hilbijêre.

Herwiha hat ragihandin, biryar e di civînê de lijneyên parlamentoyê jî bên diyarkirin.