Parlamentoya Iraqê îro serokomarê Iraqê hildibijêre
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, îro di çarçoveya hilbijartina serokomar de dicive.
Li gor bernameya kar a desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, îro 26ê Adara 2022yan di saet 11:00an de, parlamento dicive û serokomar tê hilbijartin.
Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed, piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xistiye ku ji fraksiyonên Tevgera Sedir, PDK û Siyade pêk tê û herî zêde kursiyên vê hevpeymaniyê hene.
Herwiha di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, ji bilî parlamenterên Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, hejmarek parlamenterên fraksiyonên din jî ragihandine ku beşdarî civînê dibin, di nav wan de jî fraksyona "Ji Bo Gel" ku 17 kursiyên wê hene.
Hêjayî gotinê ye, hinek fraksyonên çarçoveya hemahengî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kirine ku ew beşdarî civîna îro ya parlamentoyê nabin.
Ji bo ku rêjeya yasayî ya civîna parlamentoyê temam bibe, divê ji 329 parlamenterên Iraqê, 220 parlamenter li hola civînê amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin