Pistî Tevgera Sedir, PDK û Hevpeymaniya Suniyan jî besdarî civîna Parlamentoya Iraqê nabin
PeyamaKurd – Piştî Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Suniyan a Iraqê jî ragihand ku ew sibe 7ê Sibatê beşdarî rûniştina hilbijartina serokomarê nû ya Parlamentoya Iraqê nabin.
Li gorî zanyariyan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piştî ku namzediya Hoşyar Zêbarî bi awayekî demkî ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve hat rawestandin, beşdarî civîna 7ê Sibatê ya parlamentoyê nabe.
Hevpeymaniya erebên suniyên Iraqê, Hevpeymaniya Siyade îşev 6ê Sibatê biryar da beşdarî civîna sibe ya Parlamentoya Iraqê nebe û ragihand, ji bo piştevanîkirina li hewldanên gotûbêjên siyasî, ku aliyên siyasî ji bo gihîştina çareseriyeke hevbeş hewl didin, bi lihevkirineke hevbeş bi piraniya niştimanî pêk bînin, ji bo wê biryar hatiye dayîn ku beşdarî rûniştina Parlamentoya Iraqê nebin.
Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir beriya niha biryar dabû beşdarî civîna Parlamentoya Iraqê ya hilbijartina serokomariyê nabin.
Li gorî daxuyaniyên van hevpeymaniyan civîna sibê ya Parlamentoya Iraqê wê neyê kirin ji ber ku hejmara kursiyên beşdar dibin têrî nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin