Tevgera Sedir Hevpeymaniya Rizgariya Nistîman hilwesand û ji parlamentoyê vekisiya

12 June 2022 23:26 0 dîtin
Tevgera Sedir Hevpeymaniya Rizgariya Nistîman hilwesand û ji parlamentoyê vekisiya

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi nameyekê daxwaz ji serokê Fraksiyona Sedir Parlamentoya Iraqê Hesen Azerî kir, ku vekişîna parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bike.

Sedir bi nameya ji  Hesen Azerî û ji bo parlamentoya Iraqê nivîsiye de got:”Hesen Azerî serokê Fraksiyona Sedir divê destjikarberdana xwişk û birayên me ji Fraksiyona Sedir pêşkêşî serokê parlamentoya Iraqê bike.”

Herwiha Sedir got: "Em spasiya hevalbendên xwe yên di Hevpeymaniya Rizgariya Neteweyî de jî dikin, ji ber hemû tiştên ku kirine. Ez wisa difikirim ku ew niha azad in û Xwedê xelata wan bide."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tevgera Sedir a şîe di hilbijartinên Cotmeha 2021ê de, kursiyên herî zêd yên parlamentoya Iraqê derxistibûn.