Iraq | Tevgera Sedir ketiye hewla pêkanîna hikûmetê, Hevpeymaniya Sîe jî encaman nas nake!

17 October 2021 16:42 0 dîtin
Iraq | Tevgera Sedir ketiye hewla pêkanîna hikûmetê, Hevpeymaniya Sîe jî encaman nas nake!

PeyamaKurd – Ji xeynî Tevgera Sedir Hevpeymaniya Şîeyên Iraqê ragihand ku ew encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê yên parlamentoya Iraqê nas nakin û wen encaman red dikin.

Li gorî encamên fermî yên hatine ragihandin Tevgera Sedir bi 73 kursiyan bûye yekemîn, Partiya Demokrata Kurdistanê jî li Kurdistanê bûye yekemîn 33 kursî bi dest xistine.

Herwiha hevpeymaniya Fetih ku milîsên Heşda Şeibî alîgirên wê 14 kursî bi dest xistine û Hevpeymaniya rêberê şîe Emar Hekîm û serokwezîrê berê Heyder Ebadî jî tenê 4 kursî bi dest xistine.

Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan Grûba Hevahengiyê ango Hevpeymaniya Şîeyên Iraqê encamên hilbijartinan nas nekir û ragihand, ew temamê encaman red dikin.

Hêjayî gotinê ye, Tevgera Sedir ku 73 kursî bi dest xistine xwe wekî serkeftiyê hilbijartinê ragihandiye û amadekariyan dike ku di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de pêşengiyê bike.

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr gotiye, "Em ê ji bo pêkanîna hevpeymaniya niştimaniya ne tayfeyî û bê cudakariya nijadan, ji bo parastina asayîş û îstiqrara Iraqê kar bikin. Encamên helbijartinê em dipejirînin û he rçawa be û daxwaz ji hemû pêkhateyên Iraqê dikin, hemaheng bin ji bo çaksazî û nehiştina gendelî, derxistina hêzên biyanî, rizgarkirina Iraqê ji terorê û dûvikbûna welatan."