Iraq | Tevgera Sedir: Em ê pêngaveke ‘xeyal nakin’ bavêjin!

24 August 2022 20:48 0 dîtin
Iraq | Tevgera Sedir: Em ê pêngaveke ‘xeyal nakin’ bavêjin!

PeyamaKurd – Wezîrê Muqteda Sedr, Salih Mihemed Iraqî piştî biryara Tevgera Sedr a vekişandina alîgirên xwe ji pêşiya Encûmena Dadwerî ya Iraqê, peyameke nû belav kir.

Iraqî îro 24ê Tebaxê di peyameke ku belav kiriye de ragihand, “Pêngava me ya dema pêş dê surprîz be û eger gel biryara berdewamiya şoreşê bide, wê demê dê gendelkar bên têkşikandin.”

Salih Mihemed diyar kir, “Çarçoveya Hemahengî, Encûmena Bilind a Dadweriyê wek piştevanê xwe dizane. Ji ber wê jî ditirsin û greva duh a Tevgera Sedr red kirin.”

Wezîrî Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedir bal kişand ser ku pêkhateyên Çarçoveya Hemahengiyê ditirsin dosyayên wan ên gendeliyê eşkere bibin û wiha pê de çû: “Dema pêş em ê pêngaveke wisa bavêjin ku her di xeyalên wan de jî nebe. Eger gel biryara berdewama şoreşê bide, wê demê dê gendelkar bên têkşikandin.”

Tevgera Sedir zêdetirî mehekê ye, li Iraqê bi taybet jî li nav saziyên wekî Parlamentoyê yên dewletê protesto û mangirtinên xwe didomîne ku niha krîzeke kûr a siyasî li Iraqê rû daye.