Tevgera Sedir bang li alîgirên xwe kir, li hemû parêzgehên Iraqê xwepêsandanan bikin

01 August 2022 15:02 0 dîtin
Tevgera Sedir bang li alîgirên xwe kir, li hemû parêzgehên Iraqê xwepêsandanan bikin

PeyamaKurd – Kesayetê nêzîkî Muqteda Sedir ku wekî wezîrê wî tê zanîn Mihemed El-Iraqî bang li hemû alîgirên Tevgera Sedirê kir ku ji bilî parêzgeha Necefê, li hemû parêzgehên Iraqê xwepêşanan bidin destpêkirin.

Wezîrê Sedir li ser hesabê Twitterê bang li alîgirên Tevgera Sedir kir ku ji bo piştgiriyê bidin birayên xwe yên li Devera Kesk a Bexdayê, li hemû parêzgehên Iraqê ji bilî Necefê, xwepêşandanên aştiyane bikin.

Herwiha El-Iraqî ji alîgirên Tevgera Sedir daxwaz kir, li hemû parêzgehan li demjimêr 17:00 dest bi xwepêşandanan bikin.

Muqteda Sedir duh Yekşemê jî ji alîgirên xwe re gotibû: “Ev derfeteke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”