UNAMIyê banga vekisîna ji Herêma Kesk li alîgirên Tevgera Sedr kir

29 August 2022 19:24 0 dîtin
UNAMIyê banga vekisîna ji Herêma Kesk li alîgirên Tevgera Sedr kir

PeyamaKurd – Piştî ku alîgirên Sedr ketin Herêma Kesk a Bexdayê ku nûnertiyên welatên biyanî li wir in, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê ji alîgirên Tevgera Sedr xwest, Herêma Kesk vala bikin.

Di daxuyaniya UNAMI de, ji hemû xwepêşanderan hat xwestin, demildest Herêma Kesk û hemû avahiyên hikûmetê vala bikin û wiha hat gotin: “Em ji xwepêşanderan daxwaz dikin ku rê bidin hikûmet karên xwe bike, ku birêvebirina dewletê û xizmetkirina gelê Iraqê ye.”

UNAMIyê ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê jî xwest, ji bo kêmkirina aloziyan bixebitin û berê xwe bidin diyalogê weke yekane rêya çareserkirina nakokiyan e.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro 29ê Tebaxê vekişîna xwe û Tevgera Sedr ji siyaseta Iraqê ragihand û piştî wê biryarê jî alîgirên Sedr ketin Herêma Kesk û bi ser Koşka Serokomariyê de jî girtin.