Iraq | Çûnûhatina Herêma Kesk a Bexdayê hate qedexekirin

04 January 2024 20:49 0 dîtin
Iraq | Çûnûhatina Herêma Kesk a Bexdayê hate qedexekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşa bi balafireke bêmirov bi ser baregeha Heşda Şeibî de li Bexdayê, Herêma Kesk a nûnertiyên dîplomatîk û saziyên hikûma Iraqê lê ne, ji çûnûhatinê re hate qedexekirin.

Li aliyê din Serokê Fraksiyona Hiqûqê ya Parlamentoya Iraqê Sûûd Sadî, bang li Serokwezîr û Serokomarê Iraqê kir ku Balyoza Amerîka ya Iraqê Alîna Romanowskî were dersînorkirin.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa ser baregeha Tevgera Nuceba ya girêdayî Heşda Şeibî de, 3 berpirsên wê rêxistinê hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

Komên girêdayî Heşda Şeibî ku alîgirên Îranê ne, ev demek e êrîşên xwe yên li binkeyên Amerîka yên li Kurdistanê zêde kiribûn û wekî hincet jî piştevaniya Amerîka ya Îsraîlê di şerê Hemasê de nîşan didan.

Li aliyê din Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl jî ji êrîşê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî tawanbar kir, lê heta niha ji aliyê Amerîkayê nehatiye ragihandin ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Öte yandan güvenlik kaynakları, 12. Tugay Komutanı Ebu Takva es-Saidi’nin de aralarında bulunduğu 3 üst düzey Haşdi Şabi komutanının yaşamını yitirdiğini, 6 kişinin yaralandığını doğruşadı.