Ji Kazimî daxuyaniya Herêma Kesk a Bexdayê...
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî ku ji ber nerazîbûnên xelkê ji kar dûrxistina Şaredarê Bexdayê Ala Maan, îro 19ê Gulanê serdana avahiya şaredariya Bexdayê kir.
Kazimî di serdana xwe de, bal kişand ser ku ew dê ligel rayedarên şaredariyê di temasê de be û derbarê Herêma Kesk a Bexdayê de ku avahiyên balyozxane û nûnertiyên dewletan tê de ne daxuyanî dan.
Li ser Herêma Kesk a bi tundî tê parastin Kazimî got ku divê ev dever vegere rewşa xwe ya berê û navê Herêma Kesk jî biguhere û navên tax û kolanên wê herêmê lê werin vegerandin.
Hêjayî gotinê ye, ji sala 2003yan ve cara duyem e ku serokwezîrekî Iraqê behsa guhertina rewşa Herêma Kesk a Bexdayê dike.
Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî, sala 2003yan biryara vekirina rêyên trafîka Bexdayê li Herêma Kesk dabû û piştî wê biryarê jî êrîşên moşekî dijî balyozxaneya Amerîkayê bi taybet hatibûn kirin û piştre car din rêyên Herêma Kesk hatibûn girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin