Li Bexdayê alozî | Hesda Seibî bi ser Herêma Kesk de girt!

26 May 2021 20:12 0 dîtin
Li Bexdayê alozî | Hesda Seibî bi ser Herêma Kesk de girt!

PeyamaKurd – Piştî girtina fermandarê Heşda Şeibî yê berpirsê operasyonên Enbarê Qasim Muslih, li Bexdayê alozî derket û alîgirên Heşda Şeibî ku hinek ji wan bi çek bûn bi ser herêma Kesk a Bexdayê de girtin.

Herwiha li gorî çavkaniyan Heşda Şeibî banga xwepêşandanê li Kerbaleyê jî kiriye.

Qasim Muslih îro danê sibehê ji aliyê hêzeke Iraqê ve hatibû girtin ku Heşda Şeibî dibêje, ew hêz bi ser Serokwezîr Mistefa Kazimî ve ye û dixwaze were serbest berdan.

Serokê Koma girêdayî Heşda Şeibî ya bi navê Asayîb Ehlilheq Qeys Xezelî jî banga berdana Qasim Muslih kiriye û xwest ew bo hêza Ewlehiya Heşda Şeibî bê radestkirin.

Qasim Muslih yek ji fermandarên payebilind ê Heşda Şeibî ye ku bi nêzîkbûna xwe ya Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîsê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin tê naskirin.