Rêveberekî Hesda Seibî li Bexdayê hat girtin

17 July 2021 11:02 0 dîtin
Rêveberekî Hesda Seibî li Bexdayê hat girtin

PeyamaKurd – Rêveberekî Heşda Şeibî, ji ber sivikî bi merciya Şîeyan kir, li Bexdayê hat girtin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, şeva borî 16.07.2021ê asayîşa Heşda Şeibî Ebu Îzraîl, yek ji rêveberên milîsên Ketaîb Îmam Elî li navçeya Cadirye ya li Bexdayê girtiye.

Zanyarî didin zanîn, asayîşa Heşda Şeibî cezayê ‘‘Bi edebkirin ango terbiyekirinê’’ dane Ebu Îzraîl û niha ji aliyê asayîşa wan milîsan ve hatiye girtin.

Herwiha çapemeniya Iraqê eşkere dike, Ebu Îzraîl sivikî bi merciya Şîeyan kiriye û ji ber wê hatiye girtin.

Ebu Îzraîl li nêzîk mala Şibil Zeydî yê serokê ketîbeyên Îmam Elî hat girtin û di dema hewldana ji bo girtina wî de jî, çekdarên wê ketîbeyên Îmam Elî bi çek li hember asayîşa Heşda Şeibî rawestane.