Kazimî li ser aloziya li Bexdayê û zextên Hesda Seibî daxuyaniyek belav kir

27 May 2021 09:35 0 dîtin
Kazimî li ser aloziya li Bexdayê û zextên Hesda Seibî daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî di derbarê aloziya do ya li Bexdayê û zextên Heşda Şeibî yên ji bo azadkirina Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslih ku bi navê Qasim Muslih Xefacî tê nasîn, daxuyaniyek belav kir.

Mistefa Kazimî diyar kir, hêzeke taybet a ewlehiya Iraqê vê sibê kesek desteser kir ku bi madeya 4 a terorê tohmetbar bû û li dijî wî doz hatibû vekirin.

Kazimî da zanîn, ji bo kesê hatiye desteserkirin, lijneyeke lêkolînê hatiye sazkirin û heta ku lêpirsîna wî bi dawî bibe, ew ê di destê hêzên ewlehiyê de bimîne.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, do bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hatiye desteserkirin, ku li ser fermana dadgehê û li gor yasaya rûbirûbûna terorê hatiye desteserkirin.