Kazimî, ji ber aloziyan ji Misirê vegeriya û banga aramiyê kir

23 August 2022 17:00 0 dîtin
Kazimî, ji ber aloziyan ji Misirê vegeriya û banga aramiyê kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê hat ragihandin, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî serdana xwe ya Misrê bi dawî kiriye û li Bexdayê banga aramiyê li hêzên siyasî kiriye.

Piştî aloziyên ku li Bexdayê rû dan, ji Nivîsgeha Ragihandina Serokwezîrê Iraqê îro daxuyaniyek hat belavkirin ku ji ber bûyer û pêşhatên li Iraqê, Kazimî serdana xwe ji bo Lûtkeya Erebî ya li Misrê bi dawî kiriye û vegeriyaye Bexdayê.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Mustefa Kazimî ji aliyên siyasî yên Iraqî xwestiye ku bi aramî tevbigerin da ku rewşa li welêt xirab nebe. Hat diyarkirin ku Kazimî hişyarî jî kiriye ku astengkirina karê saziya dadweriyê, Iraqê bi metirsiyên rasteqîn re rû bi rû dihêle.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Kazimî ji ber van aloziyan bang li civandina li hev a lezgîn li serkirdeyên hêzên siyasî kiriye da ku pêşî li qeyranê were girtin.

Hat zanîn ku Kazimî di banga xwe de daye zanîn ku mafê xwepêşandanê li gorî destûrê hatiye misogerkirin, lê belê pêwîst e rêz li saziyên dewletê bê girtin da ku bikaribin kar û xizmeta xelkê berdewam bikin.