Bi biryara Kazimî lijneyek ji bo lêkolîna derketina aloziyan tê pêkanîn

06 November 2021 13:30 0 dîtin
Bi biryara Kazimî lijneyek ji bo lêkolîna derketina aloziyan tê pêkanîn

PeyamaKurd – Bi biryara Mistefa Kazimî, Hikûmeta Iraqê lijneyekê ji bo lêkolîna aloziyên li ber Devera Kesk a Bexdayê pêk tîne, ku ji ber pevçûnên di navbera alîgirên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê de rû dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke bilind ji bo lêkolîna derketina aloziyan li ber Devera Kesk a Bexdayê were pêkanîn, ku Heşda Şeibî jî tê de endam be û kesên ziyandîtî jî werin qerebûkirin.

Li aliyê din, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bi daxuyaniyekê daxwaza arambûna hemû aliyan û rêzgirtina li mafên xwepêşandana aştiyane kir.

Li gor amarên herî dawî yên qurbaniyên xwepêşandanê, kesek hat kuştin û 346 kes jî birîndar bûn, ku ji wan 275 kes ji hêzên ewlehiyê û 71 kes ji xwepêşanderan in û birînên hinek kesan giran in.