Biryara berdana girtiyên Kerkûkê pistî telefona Mesrûr Barzanî ya bo Kazimî hat dayîn

13 October 2021 14:56 0 dîtin
Biryara berdana girtiyên Kerkûkê pistî telefona Mesrûr Barzanî ya bo Kazimî hat dayîn

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê, pêwendiyeke telefonî pêk anîn û piştî wê telefonê biryar hate dayîn ku hemû girtiyên Kerkûkê bêne azad kirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê Mistefa Kazimî îro 13ê Cotmehê pêwendiyeke telefonî pêk anîn û di wê pêwendiya telefonî de guftûgo derbarê rewşa bajarê Kerkûkê de hatin kirin ku piştî serkeftina proseya hilbijartinê, ji aliyê hin kesan ve hewla derxistina tevlihevî û binpêkirinên bi armanca têkdana serkeftina proseya dengdanê pêk hatin.

Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku rê ji ti kes û aliyekî re neyê dayîn ku tevlîhevî û binpêkirinan pêk bînin û ziyanê bigihînin rûniştvan, mulk û malên giştî. Ji bo wê jî pêwîste di demeke kurt de dawî bi rewşa ewlehiyê ya nayê xwestin li Kerkûkê pêk hatiye bê.

Serokwezîrê Iraqê jî piştî pêwendiya Serokwezîr Barzanî biryar da hemû girtîyên li Kerkûkê bêne berdan.