Pistî biryara Dadgeha Federal amadekariyên hilbijartinê yên Kerkûkê hatin eskere kirin

12 December 2023 22:05 0 dîtin
Pistî biryara Dadgeha Federal amadekariyên hilbijartinê yên Kerkûkê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, doza giliyên daxwaza paşxistina hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û betalkirina navên 257 hezar Kurdan red kir.

Piştî vê biryarê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bidawîbûna amadekariyên roja dengdanê eşkere kir û ragihand, tenê dabeşkirina ji sedî 25ê ji kartên dengdanê yên biyometrîk mane.

Berdevkê Ofîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kerkûkê Elî Ebbas da xuyakirin, kartên dengdanê bi rêjeya ji sedî 75 hatine belavkirin. 192 hezar û 373 welatiyan zanyariyên xwe di tomara dengdêran de nû kirine û ji wan 133 hezar û 657 kartên dengdanê li welatiyan hatine vegerandin, niha tenê 58 hezar û 716 kartên dengdana giştî mane.

Li gorî daxuyaniyê ji bo dengdana taybet jî, ji sedî 20 ji kartên dengdanê yên dengdana taybet mane û dê belavkirina kartên mayî berdewam bike.

Dadgeha Federalî di berjewendiya Kurdên Kerkûkê de biryar da