Pistî biryara îro ya Dadgeha Federal Hosyar Zêbarî li Bexdayê civîneke rojnamevanî saz dike

13 February 2022 11:32 0 dîtin
Pistî biryara îro ya Dadgeha Federal Hosyar Zêbarî li Bexdayê civîneke rojnamevanî saz dike

PeyamaKurd - Dadgeha Federalî ya Iraqê îro 13ê Sibatê roja Yekşemê, wê du biryaran derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de bide. Hat ragihandin ku Hoşyar Zêbarî jî îro Zêbarî civîneke rojnamevanî saz dike.

Tê çaverêkirin îro li demjimêr 11:00 Dadgeha Federalî ya Iraqê bicive û biryara dawî derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de bide ku li gorî zanyariyên dawî, ti tohmet û tawanek li ser Zêbarî nehatiye dîtin.

Şêwirmendê Serok Barzanî Mesûd Heyder jî red kir ku wê Hoşyar Zêbarî ji namzediya serokomariyê vekişe û da zanîn, wê Hoşyar Zêbarî îro civîneke rojnamevanî li Bexdayê saz bike.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federalî li ser giliyê çend parlementeran 6ê Sibatê biryar dabû bi awayekî demkî namzediya Hoşyar Zêbarî ya posta Serokomariya Iraqê were rawestandin.