Pistî biryara dadgeha federal 3 wezîr îstîfa kirin û Sunnî ji hevkariyê vekisiyan
PeyamaKurd – Dadgeha Federal ya Iraqê ku terefdarê Îranê ye û bi fermana Îranê biryaran dide, parlementeriya serokê perlementoya Iraqê ya Muhammed El-Halbusi bi biryarekî xistibû û krîza Iraqê her diçe kûrtir dibe. Piştî biryara dadgeha federal, 3 wezîr îstîfa kirin û temamê Sunniyan ji hevkariya hukumetê vekişiyan. Her sê wezîr jî yên grûba Teqeddumê ya Halbusi ne.
Piştî biryara dadgehê, partiya Teqeddumê di bin serokatiya Halbusî de civiya, wezîrên di hukumetê de, parlementer û endamên wan yên di komîsyonên parlementoyê de biryara îstîfayê dan.
Li gor ragihandina nivîskî ya partiya Teqeddumê; cîgirê serokwezîrê Iraqê û wezîrê plandananê Muhammed Temim, wezîrê sanayî û madenan Xalid Bettal û wezîrê çand-Turizm û berhemên dîrokî Ahmed Bedran daxwaznama îstîfa xwe dan. Partî, biryara boykota hevkariyê rêvebirina dewletê û celseyên parlementoyê da.
Partiya Teqeddumê ya Sunneyan di parlementoyê de 37 parlementerên wan hene. Xistina parlementeriya Halbusi li ser giliyê parlementerê Iraqê li ser Leyt Mustafa ed-Duleymi hat kirin. Piştî biryara dadgehê ya xistina parlementeriya Halbusi, Duleymi weha got:
“Di ser gilîkirina me de salekî derbas bû lê em bi ser ketin. Dadgfeha Federal ya Iraqê bi sedema li ser belgeyên fermî sextekarî hatiye kirin, betalkirina parlementeriya Halbusi ku serokê parlementoya Iraqê ye, da. Dadgeha federal erka herî xwurte û biryara wê rast e.”
Piştî biryarê Halbusi axifî û got:
“Dadgeh parlementeriya min xist. Biryarekî bê emsal û ecêb e. Ji ku derket nizanim. Ji bo mafê xwe yê destûrî biparêzim ez ê her rêyê biceribînim.”
Halbusi di 09.01.2022an de bû serokê parlementoya Iraqê. Partîya Teqeddumê hevkarê Kurd û Şîayên di parlementoyê de ye û Erebên Sunnî temsîl dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin