Hosyar Zêbarî bersiv da biryara Dadgeha Federal: Wê deshilata dadweriyê namzedbûna me pistrast bike

06 February 2022 21:48 0 dîtin
Hosyar Zêbarî bersiv da biryara Dadgeha Federal: Wê  deshilata dadweriyê namzedbûna me pistrast bike

PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariya Iraqê yê PDKê Hoşyar Zêbarî, li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ku bi awayekî demkî namzediya wî ragirtiye daxuyanî da.

Zêbarî got ku ew rêzê li biryara Dadgeha Federal a Iraqê digire û destnîşan kir, desthilata dadwerî wê namzedbûna wî piştrast bike.

Hoşyar Zêbarî li ser medya civakî bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û got: “Em rêzê li biryara Dadgeha Federal digirin, ku bi awayekî demkî namzedbûna me rawestand heta ku doza hin kesên ku bi rojên beriya reformê ve girêdayî ne, were çareserkirin.”

Hoşyar Zêbarî daye zanîn, desthilata dadweriyê wê berbijarbûna wî piştrast bike û gotiye: “Baweriya me heye ku dadgeh wê yekalî bike, herwiha dezgehên ser bi dewletê ve piştrast kirine ku me şert û mercên namzedbûnê pêk anîne û tiştê tê gotin ji bilî nalîneke ji bo zêdetir girtina desthilatê ve ne tiştekî din e.”