Bi biryara Kazimî qeymeqamekî nû bo Singalê hat destnîsan kirin
PeyamaKurd – Piştî operasyona hêzên Iraq ya paqijkirina Şingalê ji hêzên biyanî di çarçoveya Rêkeftina Şingalê de, qeymeqamekî nû bo Şingalê hat destnîşankirin.
Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî eşkere kir ku Necim Cibûrî wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hatiye destnîşankirin.
Sîrwan Rojbeyanî got: “Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Necim Cibûrî ligel karê xwe wek Parêzgarê Neynewayê, wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat danîn.”
Rojbeyanî da zanîn: “Necim Cibûrî wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet dest bi kar dike, heta dema ku Qaymeqamekî nû ji bo îdareya Şingalê tê danîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin