Putin, biryara îlhaka herêman destnîsan kir

05 October 2022 17:00 0 dîtin
Putin, biryara îlhaka herêman destnîsan kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, biryara îlhakkirina herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Hersonê, bi awayekî fermî qebûl kir û biryarê destnîşan kir.

Vladimir Putin, li herêmên navborî yên ku bi rêya referandûman îlhak kiribû, bi awayekî fermî destnîşan kir û bi vî awayî êdî ew herêmên ku hatibûn îlhakkirin, dê li gorî zagonan fermî be û kesên ku li van herêman jî dijîn, dê wekî welatiyên Rusyayê bên qebûlkirin.

Li gorî biryarnameyên hatin destnîşankirin, ji bo van herêman serok û parêzgarên derbasdar jî hatin erkdarkirin. Li gorî vê, ji bo qaşo Komara Gel a Donetskê Denis Puşilin wekî serokê derbasdar hat erkdarkirin û ji bo qaşo Komara Gel a Luhanskê jî Leonid Paseçnik wekî serokê derbasdar hat erkdarkirin.

Her wiha ji bo herêma Hersonê Vladimir Saldo wekî parêzgarê derbasdar hat erkdarkirin û ji bo herêma Zaporijyayê jî Evgeniy Balitskiy wekî parêzgarê derbasdar hat erkdarkirin.

Her çiqas Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin di 30ê Îlonê de ji Kremlînê ragihandibû ku ew herêmên navborî hatine îlhakkirin û êdî ev herêm, herêmên nû yên Federasyona Rusyayê ne jî ev îlhak ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin.