Putin, di derbarê Lûtkeya G20ê de biryara xwe ragihand

29 August 2023 15:00 0 dîtin
Putin, di derbarê Lûtkeya G20ê de biryara xwe ragihand

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ragihand ku îsal Hindîstan dê nikaribe beşdarî Lûtkeya Rêberan a G20ê ya ku dê di navbera 9 û 10ê Îlonê de bibe.

Li gorî nûçeya qenala NDTV ya Hindîstanê, Vladimir Putin duh bi têlefonê bi Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî re ku dê îsal mazûvaniya Lûtkeya G20ê bike, pêwendiyek daniye.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Putin ragihand ku ew nikarin beşdarî Lûtkeya G20ê bibin û dê di cihê wî de Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov bê şandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Rusyayê ve hat dayîn de sedema neçûna Putin a Lûtkeya Rêberên a G20ê nehat diyarkirin.

Her wiha bal hat kişandin ser wê yekê ku di navbera herdu welatan de li ser hevkariya nêzîk hatiye lihevkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Hindîstanê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku Modî biryara Putin a neçûna lûtkeyê fêm kiriye.