Endonezya: Vladimir Putin, tevlî Lûtkeya G20ê nabe

10 November 2022 15:30 0 dîtin
Endonezya: Vladimir Putin, tevlî Lûtkeya G20ê nabe

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Lûtkeya G20ê yên Endonezyayê ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, dê tevlî Lûtkeya G20ê ya ku dê van rojan were rêvebirin, nabe.

Daxuyanî, ji aliyê yek ji rayedarên G20ê Luhut Binsar Pandjaitan ve hat ragihandin û hat eşkerekirin ku ew ê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin tevlî Lûtkeya G20ê ya ku dê li bajarê Baliyê yê Endonezyayê bê kirin, nebe.

Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku ew ê di dewsa Vladimir Putin de Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov tevlî civînê bibe û ew ê Lavrov serokatiya şanda Rusyayê bike.

Ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribû û hîn jî dewam dike, dihat payîn ku di vê lûtkeya G20ê de Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Çînê Şi Cinping û serokdewletên welatên din tevlî dibin, Vladimir Putin jî tevlî bibe û bi vê yekê re hevdîtinên girîng pêk werin.

Lûtkeya G20ê ya 17an, dê di 15ê Mijdarê de dest pê bike û dê 2 rojan dewam bike.