Vladimir Putin qeyyûm danî ser saxa sîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin qeyyûm danî ser şaxa şîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê ku şîrketa Tirkiyê ye û bi biryara Putin re parên borsayê yên Anadolu Efesê %10 daket. Anadolu Efes 11 fabrîkên wan li Rûsyayê hene.
Şaxên şîrketê yên ku qeyyûm danîne ser wan, AB InBev û Efes BV ne. Wekî demkî, şîrketê dan bin desthilata rêxistina "GK Vmeste" ê.
AB InBev Efes, li Rûsyayê 11 fabrîkên wan û 3 tesîsên wan yên maltê hene û li seranserê Rûsyayê yek ji sê hilberînerê bîrayê ye. Hat gotin ku qeyyûm di çarçova ku Rûsya dixwaze temamê hilberîna bîrayê bixe bin destê dewletê hat nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin