Vladimir Putin çû Çînê
PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku ji nû ve weke Serokkomar hat hilbijartin, yekem serdana xwe ya li derveyê Çînê kir.
Vladimîr Pûtîn piştî ku ji nû ve wekî serokkomar hat hilbijartin, yekem serdana xwe ya derveyî welêt kir.
Pûtîn ku gîhaşt Pekîna paytexta Çînê û wê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya 2 rojî de bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng re hevdîtin bike û gelek peymanên ku di navbera her du welatan de hatine lihevkirin îmze bikin.
Pûtîn wê bi Serokwezîrê Çînê Li Jiang re jî hevdîtinê bike.
Di hevdîtinên xwe yên li gel Çînê de, serokê Rûsyayê wê beşdarî merasîma 75emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin