Putin, bang kir ku hevkariya bi Çînê re zêdetir bikin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bang kir ku herêmên bakûrê rojhilatê Rûsyayê bi herêmên Çînê yên heman ciyan re di seha bazirganî, avahiyên bingehîn û enerjiyê de bêhtir hevkariyê bikin.
Serokê Rûsyayê Putin ji bo 2 rojan seredana Çînê payîtext Pekinê kir û paşî li eyaleta Heylongciangê li bajarê navenda eyaletê li bajarê Harbînê danûsitendinan kir.
Putin li Harbinê tevlî 8em merasima vekirina Rûsya-Çîn EXPOyê bû û di axaftina xwe de got:
“Em dibînin ku di navbera rojhilata dûr ya Rûsya û eyaletên Çînê yên bakûrê rojhilatê wê de, ji bo pêşdebirina pêwendiyan şert û mercên baş hene. Divê di seha bazirganiyê de xizmetên tên kirin fireh bikin û avahiyên bingehîn yên ser sînor bên xwurtkirin.”
Putin, ji hilberîna otomobîlan heya ya balafiran karsazên Çînê dawet kir Rûsyayê da veberhênana xwe li Rûsyayê bikin. Her weha Putin amadeye ku teşwîqan bide karsazên Çînê, wan destek bike û di seha teknolojiyê de de xebatkaran bixe xizmeta wan.
Li Çînê li eyaleta Heylongciangê û sînorê Çînê li peravên çemê Amûrê 3 hezar km sînorên wan yên hevpar heye û bazirganiya vê derê ji bo her dû welatan gelek girînge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin