Putin, pistî ser cara yekem çû Çînê

17 October 2023 14:00 0 dîtin
Putin, pistî ser cara yekem çû Çînê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, piştî şerê navbera Rusya û Ukraynayê, cara yekem çû Çînê û tê payîn ku li Pekînê hevdîtinên stratejik bike.

Hat diyarkirin ku Vladimir Putin, ji bo beşdarî 3yemîn Foruma Kember û Rê ya ku li Çînê tê lidarxistin bibe vê sibehê gihîşt Pekînê.

Tê pêşbînîkirin ku ev serdan nêzîkbûna di navbera herdu welatan de ku wekî "koordînasyona hevkariya stratejîk a berfireh" tê pênasekirin, di demekê de ku aloziyên navneteweyî û herêmî zêde dibin, xurtir bike.

Hat diyarkirin ku di serdana Putin de hevkarî û pêwendiyên aborî yên di navbera herdu welatan de bi navê "Kêmber û Rê" û şerê Rusya û Ukrayna û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.