Netenyahu û Putin pistî 7ê Cotmehê cara yekem axifîn

16 October 2023 22:25 0 dîtin
Netenyahu û Putin pistî 7ê Cotmehê cara yekem axifîn

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu re piştî şerê 7ê Cotmehê yê navbera Hamas û Îsraîlê cara ewilî di rêya telefonê de axifîn.

Li gor ragihandina Koşka Kremlînê; her dû lîder behsa şerê navbera Îsraîlê û Hamasê kirine û Putin ji bo candayên Îsraîlê sersaxiyê daye Netenyahu. Di axaftinê de Putin her cûre êrîşên ser sîvîl, jin û zarokan qebûl nekiriye û daxwuyanî weha dewam dike:

“Putin xwestiye rewşa li Şerîda Xezayê normal bibe, şiddet zêde nebe û ji bo ber li felaketan bigre, fikrên xwe gotiye. Terefê Îsraîlê ji encama danûsitendinên xalên girîng yên bi lîderên Fîlîstîn, Misir, Îran û Sûriye re hatiye agahdarkirin. Rûsya ji bo şer bide rawestandin û ji bo bigihê şareseriya seknandina şer û di rêya siyasî û dîplomatîk de bigihê şareseriyê, amadeye ku bixebite.”

Putin berya bi Netenyahu re biaxife, bi serokê Sûriye Beşar Esed, bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas û bi serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi re ji hev cuda bi telefonê axifiye.