Putin, pistî qeyrana Wagnerê cara yekem dê…

03 July 2023 15:00 0 dîtin
Putin, pistî qeyrana Wagnerê cara yekem dê…

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, piştî qeyrana Wagnerê cara yekem dê beşdarî lûtkeyekê bibe. Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya îsal ku ji aliyê Hindîstanê ve tê organîzekirin, dê sibê bi rêya vîdyokonferansê were lidarxistin.

Civîna Serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya 22yemîn, (SCO) îsal bi rêya vîdyo konferansê tê lidarxistin.

Tê payîn ku Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modi ku mazûvanê civîna îsal a SCO ye û Serokomarê Çînê Xi Jinping jî beşdarî lûtkeyê bibin.

Hat diyarkirin ku welatên endamên rêxistinê Çîn, Rusya, Kazakîstan, Kirgizîstan, Pakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan, Îran, Belarûs û Mongolya jî wekî welatên çavdêr ji bo lûtkeyê hatine vexwendin.

Ajansa Associated Press (AP) tekez kir ku ev lûtke ji her demê zêdetir ji bo Moskowê girîngtir e.

Pisporan ji ajansê re got ku lûtkeyê derfetek da Putin ku nîşan bide ku ew piştî serhildana kurt a rêberê Wagnerê Prigojin, hîn jî di bin kontrola xwe de ye.