Putin, pistî peymana bi Wagnerê re axivî!

25 June 2023 18:33 0 dîtin
Putin, pistî peymana bi Wagnerê re axivî!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, daxuyaniya xwe ya yekem a peymana bi Wagnerê re da û got ku ji bo wan a girîng operasyona li Ukraynayê ye.

Vladimir Putin, piştî bidawîbûna aloziya bi Wagnerê re ji bo televîzyona dewletê axivî.

Putin, di axaftina xwe ya ku çavên raya giştî ya cîhanê jî li ser bû de bal kişand ser şerê li Ukraynayê ku nêzîkî sal û nîv li peyî xwe hişt û got,

"Ez girîngiya sereke bi çalakiya leşkerî ya taybet a li Ukraynayê didim."

Televîzyona Dewletê ya Rusyayê ragihand ku Putin dê hefteya bê beşdarî Civîna Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê bibe.

Wezareta Parastinê ya Rusyayê jî ragihand ku êrîşên hêzên Ukraynayê yên li Donetskê berdewam dikin û 10 êrîş li Bahmutê hatin şikandin.

Damezirînerê Kompaniya Ewlekariya Taybet Wagnerê Yevgeny Prigojin, artêşa Rusyayê bi êrîşa li dijî Wagnerê tawanbar kiribû û gefa bersivdayînê xwaribû.

Vladimir Putin, serhildana Wagnerê wekî "xiyanet" pênase kiribû.