Putin: “Em amade ne li ser bingeha peymana Îstenbolê bi Ûkrayna re hevdîtinan bikin”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin li ser hevdîtinên bi Ûkrayna re axifî û got:
“Em amade ne li ser peymana Îstenbolê ya sala 2022an ya bi bi Ûkrayna re, hevdîtinan bikin. Ji bo hevdîtin destpêbikin, ti şertekî pêş ku em bidin pêşiya Ûkrayna tine.”
Putin, ragihandina xwe di bernama radyo û televîzyonên Rûsyayê yên ku bi hevparî weşanê kirin de, bersivên pirsên rojnamevanan û xelkê da. Bername ya salane bû ku hatibû sazkirin.
Putin, ji 2 milyon û 400 hezar pirsan tenê ya 76 pirsan da û bernama Putin 4 seet û 30 deqe dewam kir. Putin behsa îhtîmala hevdîtinên bi Ûkrayna re kir û got:
“Ti şertekî me tine û em amade ne. Li ser xalên ku di sala 2022an de me li Îstenbolê li hev kiribû û rewşa rastiyên di sehayê de çine, em dikarin li ser wê bingehê dest bi hevdîtinan bikin.
Eger li Ûkraynayê hilbijartin bibe, serokê bê hilbijartin her kî be, em dikarin pê re hevdîtinan bikin. Zelenski jî di nav wan de. Eger Ûkrayna çareseriyekî aştiyane bixwaze, dikare bike. Li Ûkraynayê di rêvebiriya rewa de kî hebe, em dikarin pêre hevdîtinan bikin.”
Ez amade me ku bi serokê DYA Trump re jî hevdîtin bikim. Eger bibe, em ê li ser gelek xalan biaxifin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin