Kanada xwe amade dike ji peymana balafirên F-35 vekise

15 March 2025 18:56 0 dîtin
Kanada xwe amade dike ji peymana balafirên F-35 vekise

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Kanadayê Bill Blair, ji ber DYA baca gumrikê zêde kir, li hemberê kiryarên DYAyê, dikare xwe ji peymana balafirên F-35 vekişîne û li alternatîvên din digere ku balafiran bikire.

Bill Blair, ragihand ku ji bo balafirên F-35 ji DYAyê bikire, bi DYA re bi bihayê 19 milyar dolarî peyman îmza kirine lê dikare peymanê betal bike û li alternativ balafiran bigere.

Li gor xebera Dezga weşanê ya Kanadayê (CBC); Blair  li ser peymana Hezîrana 2023an ku tê de heye Kanada ji DYAyê 88 heb balafirên F-35 bikire, îmza kiribûn daxwuyanî da.

Di daxwuyaniyê de Blair got ku Trump bi tarîfeyan an ku bacê Kanadayê tehdîd dike û li ser biryarên Trump dikarin ji peymanê vekişin û axifîne da li alternatîfên dinê bigerin da balafiran ji welatekî dinê bikirin. Blair got:

“Wê di sala 2026an de 16 heb balafirên F-35 bidin me û me perê wan daye. Lê em ê wan betal nekin. Dibe ku balafirên din ne yên F-35 bin û em li ser alternatîvan dixebitin û lêkolînan dikin.”