Rûsya: Rojava xwe amade dike da peymana Montroyê binpê bike
PeyamaKurd – Yek ji cîgirên serokê Rûsyayê yê bi navê Nikolay Patruşev ragihand ku welatên Rojava di ser çemê Tûna de, keştiyên şer dişînin Derya Reş û dixwazin peymana Montroyê pinpê bikin. Patruşev bi vê peyama xwe dixwaze ji Rojava re bêje ku Rûsya planê Rojavayiyan diye û tedbîran distîne. Patruşev weha got:
“DYA û hevkarên wê, çawa di deryayên dinyayê de dixwaze bibe desthilat, her weha dixwaze di ava Derya Reş de jî bibe desthilat. Ji bo wê amadekariyê dikin. Me planê wan aşkera kir û tedbîrên xwe distînin.”
Deshilata Rûsyayê ya li Derya Reş bi taybetî li rojavayê deryayê, 2 sale ku desthilata Rûsyayê qels bûye an nemaye. Tevî ku hêzên deryayê yê Ûkraynayê tine jî, bi xêra botên kamikaze yên deryayê, li alavên deryayê yên Rûsyayê ku wan li Kırımê bicîh kirine, karibiye 36 keştiyên Rûsyayê yên biçûk û mezin noqav bike.
Ji ber êrîşên Ûkraynayê, keştiyên Rûsyayê birin lîmana Novorosiyskê ya li rojhilat. Piştî Derya Reş ji tehdîdên keştiyên Rûsyayê xalî bû, ji serê sala 2024an û heya niha, keştiyên bazirganî dikarin seredana Ûkraynayê bikin.
Ne tenê dexl her weha berhemên sanayiyê dikarin herin lîmana Odessayê û derên. Eger welatên Rojava rêyekî peyda bikin û keştiyên binê wan nizim, karibin bibin Derya Reş, wê karibin li dora ava Ûkraynayê çemberekî çêbikin û bazirganiya keştiyan biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin