Putin, pîrozbahiyê li Serokê Çînê kir
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi boneya 74emîn salvegera Komara Gel a Çînê, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Çînê Xî Cinping re şand.
Vladimir Putin, di peyama xwe de bal kişand ser hevkariya Çîn û Rusyayê û diyar kir ku di mijarên navneteweyî de ew bi koordîne tevdigerin.
Serokê Rusyayê di peyama xwe de got
"Çîn di bin serokatiya we de ji bo pêşketina sosyo-ekonomîk, zanistî û teknolojîk gavên xurt dihavêje, di qada cîhanî de pozîsyona xwe xurt dike û bi awayekî çalak beşdarî çareserkirina pirsgirêkên herî girîng ên rojeva herêmî û cîhanî dibe.
Moskow û Beijing di hemû waran de bi bandor hevkariyê dikin û di têkiliyên navneteweyî de jî xebatên xwe bi bandor koordîne dikin.
Hevalê min, ez ji dil û can tenduristî û bextewariyê, ji welatiyên Komara Gel a Çînê re dixwazim û hêviya serkeftin û bextewariyê dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin